
Televizyona
kurdî ya serbixwe
Parîs, çarşem, 12yê
çiriya paşîn a 2008ê
JI
BO RAGIHANDINÊ

”ŞEWATA SÎNEMAYÊ” BI BÎR TÎNE
AGIRÊ AMÛDÊ VENEMIRIYE
Televîzyona serbixwe ya seranser bi kurdî, Kurd1, dê vê hefteyê bi weşandina belgefîlmekî nû “Şewata Sînemaya Amûdê” bi bîr bîne.
Li 13yê çiriya paşîn a sala 1960ê agir bi sînemaya bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûrîyê ketibû. Ji kesên di sînemayê de, bêtir ji 200 zarokan miribûn.
Belgefîlmê bi navê “Agirê Sînemayê… Sînemaya Amûdê” yê Kurd1ê, hevpeyvînên digel temaşevanên ku wê rojê ji mirinê filitîne vedigire û bi gotinên wan û şahidên din, roniyê dixe ser wê bûyera tarî.
Kurd1, di 48emîn salvegera “Şewata Sînemaya Amûdê” de bangê kes û karên wan zarokan ji bo lêkolîneke rast û dirûst vedigêre.
Serokê Kurd1ê Kendal Nezan dibêje, “Şewata Sînemaya Amûdê wek semboleke zilm û neheqiya li gelê me li Kurdistana Sûrîyê hîn jî hildibe. Ew di dîroka me de rojeke malwêraniyê ye. Şewata di dilan de wê bi tenê ronîkirina rastîyan piçekê vemire.”
Belgefîlmê Kurd1ê, dê van roj û saetan bê weşandin:
Pêncşem, 13/11/2008, saet 20:00 (dema Diyarbekrê)
Înî, 14/11/2008, saet 21:00
Şemî, 15/11/2008, saet 17:00
Nezan dibêje Kurd1 dê bi pêşkêşkirina bername û fîlmên belgeyî yên li ser bûyerên giring, xizmeta dîroka kurdî bike.
Kurd1, yekemîn televîzyona seranser bi kurdî ye û vê gavê weşana testê dike. Televîzyona satelîtê (Hotbird 13 E, 12245 H 27500) ya ku bingeha wê li Parîsê ye dê giraniya weşanê bide ser ziman, çand, dîrok û jîyana kurdî. Kurd1 dê di destpêkê de belgefîlmên kurdî û bîyanî û fîlmên bi nav û deng yên sînemaya dunyayê bi kurdî biweşîne.

“Dinya xweş bû, dinya payîz bû, xweş bû.
Ne ewr bû, ne baran bû... xweş bû.
Haya me ji tiştekî tune bû.”
Emîna Kurumî- Dayika Ehmed û Husên yên ku di agirê sînemayê de şewitîn
Wê rojê...
dibêjin zarokek çû sînemayê da ku bi mirina xwe bilîze!
Wê rojê...
dibêjin miletekî miletek xwar da ku azad be.
Wê rojê...
fîlm çi bû?
Kesên ku ji şewatê filitîne, behsa wê roja reş dikin.
Dayik li ser laşên rejik û pîşo vedibêjin.
Goristana Şermola termên piçûk vedişêre.
Bajarê şînê piştî 48 salan hê jî digrî.
Sirrên Şewata Sînemaya Amûdê, cara yekê, li ser Kurd1ê...
www.kurd1.com Hotbird 13E 12245 H 27500 info@kurd1.com