Independent Kurdish Satellite TV
Kurd 1
Televîzyona kurdî ya serbixwe



Paris
Diyarbekir
Hewlêr



Peyam
Nav û paşnav: *
E-mail : *
Peyama we *

4 tîpî jêrîn binivîsin: : (Ji bo çi ?)


Peyam : 1 / 10
Rûpel : 1
Peyam bi giştî : 577
<< paşve
... 58
le 07/03/2010 à 18:51

Ez bi weşana Kurdê kêfxweş im. Lê tu dibê qey welatê me azad bûye û sergêjiyên xwe serrast kirine û rêzefîlmên Brezilyayê jê kêm in. Gelo hûn heneka bi me dikin? Ev çi rezalet e? Ti pirsgirêk neman, Kurd azad bûn, ji bindestiyê xilas bûn, rêzefîlmên Brezilyayê tenê kêm in? Li ser perçeyek leymûnê zarokên kurd 10 sal ceza dixiın, jı we re ne hêja ye bibe nûçe. Şerm e, şerm.
 
le 06/03/2010 à 14:12

Kurd1, em hez dikin hûn li ser satelîta Eurobird9ê weşanê bikin.
 
le 05/03/2010 à 13:09

Silav Kurd1. Dewleta Belçîkayê eriş li Roj TVyê kir.
Em dixwazin Kurd1 êdî nûçeyan biweşîne.
 
le 05/03/2010 à 11:17

Silav û rêz xebatkarên Kurd1ê. Derketina Kurd1ê şanazi ye ji bo me
Kurda.
Lê ez kêmasiyekê ji bo Kurd1ê dibînim ku nûçeyan naweşîne.
Ez hêvidar im ku di demek nêz de ev kêmasî bê serrastkirin.

BEWAR
 
le 05/03/2010 à 02:21

Silav ji we re.
Medyaya kurdî gelek ber bi pêş ve çûye, bi taybetî piştî ku kanala we Kurd1 derkeftî. Em hêvîdar in ku her serkeftî bin. Ez pêşniyar dikem ku kanala we li ser NileSatê weşanê bike ku bêtir ber bi pêş ve biçe. Hêvîdar in kanala we serbixwe be, xwedî li milletî derbikeve, bi taybet milletê bakûr çinku bindest e. Gelê me yê bakûr divê hişyar bibe. Serkefin ji we re.
Bijî Kurd, bijî Kurdistan!

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
hemûyan ji me re dikir xolamî

Rizgar Zêbarî
 
le 04/03/2010 à 19:56

Ji bo televîzyona Kurda Roj TVyê hemû televîzyon û ajansên kurd kom bibin û qedexekirina Roj TVyê şermezar bikin.
Spas
 
le 04/03/2010 à 15:11

Em katey hemotan baş.
 
le 02/03/2010 à 21:55

Silav û rêz ji Kurd1 û hemû temaşevanên wê re.
Ez jî mîna kekê hêja Assan Mirzaev difikirim, lê hêvî dikim wisa nebe.
 
le 02/03/2010 à 21:50

kurdyek elinda me ye,
ronî dike tev welat,
umêd û hêviya me ye,
ji wê weşan û xebat,

dema ku issa û evîn,
pêşkêş kirin keskesor,
zarok hemû lê civîn,
devvekirî û çav li jor,

rêzmanê rave dikin,
wana bawer û azad,
pir şêrîn û rindik in,
di pitan de dikin dad,

gav bi gav lê digerin,
welatê me yê şêrîn,
li bajar û hemû derin,
çi mehabad, çi efrîn,

belgefilmên zanistê, li kurdyekê em dibînin,
xurt dikin bîr û hestê, ji bo me ew zêrîn in,
nêçîr û nêçîrvanê, pir zanînê dide me,
ew bi dengê şivan e, xweşkerê şoreşa me,

dîrokê xweş dixwînin, lewendî û malmîsanij,
bêbext û derewîn in, ên wek habil û frîç,
bernameyên we pir in, nikarim tevan bêjim,
yek yek elmas û dur in, ji kêfa wan ez gêj im.
 
le 02/03/2010 à 21:11

Slav û rêz KURD1!
Bi taybetî programa 'Vegotin' pir balê dikşine!
Bi saya wê programê, em nivîskarên kurd nas dikin. Daxwazên min:
1-Her programa we dubare tê weşandin. Çima 'Vegotin' dubara nayê weşandin?
2-Gelo mumkun e ku niviskarê her aliyê Kurdistanê bi vî awayî bidin naskirin?
Spas!
 
<< paşve
... 58
Peyam : 1 / 10
Rûpel : 1
Peyam bi giştî : 577